image

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ragihand ku bajarekî herêma Donetskê yê peravê ji destê Rûsyayê hatiye rizgarkirin û ala Ukraynayê hatiye hildan.

Zelenskiy, li ser îlhakkirina 4 herêmên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve got, "Ala Ukraynayê li bajarê benderê hat hildan. Wê Ukrayna li xwe vegere. Hem li rojava hem li başûr, wê li Kirima ku sala 2014an hatiye îlhak kirin û hemû deverên ala me li her derê be.”

Zelenskiy, herwiha diyar kir ku pêşveçûna artêşa Ukraynayê li Donetskê berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku hêzên wan ji ber gefên dorpêçkirinê ji bajarê Krasniy vekişiyane cihekî bi ewletir.