image

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya dewleta Îsyanyayê ragihand ku piştî zerfa teqemenî tê de şandine konsulxaneya Ûkraynayê ya li Îspanyayê, di pey de zerfekî weha bi guman şandine ji bo serokwezîrê Îspanyayê ji bo Sanchez jî.

Wezaret ragihand ku ne tenha ji bo konsulxaneya Ukraynayê û serokwezîrê Îspanyayê re lê ji bo gelek kes û rêxistinan re zerfên weha şandine. Heya niha ji bo 5 kesan û 5 rêxistinan re zerfên weha şandine.

Li gor ragihandina polîsê netewî yê Îspanyayê; zerfekî şandine serkonsolosiya Amerîkayê ya li Madrîdê û pisporên kar zerfê bê bandor kirine. Kuça ku konsulxane lê ye ji bo çûnûhatinê hatiye girtin. Li gor ragihandina wezareta karên hundir; di nav zerfa ku şandine ji serokwezîr re, di nav zerfê de "piroteknik madde" derketiye û di zerfa ku şandine ji bo konsulxaneya Ukraynayê, maddeyên di nav her dû zerfan de nêzî hevin.

Îşaret hene ku zerf ji nav welatê Îspanyayê ji bo wan ciyan re hatibin şandin û ji bo pêzanîna mijarê xebat tên kirin.

Dibe ku şandina zerfan li ser alîkariya Îspanyayê ya ji bo Ûkraynayê be. Ji ber zerfekî şandine şîrketa sanayiyê ya roketan ya bi navê Instalazayê. Instalaza, hilberîna roketavêjên pirlûle yên C90 çêdike. Zerfekî şandine baregeha hewayî ya li bajarê Torrejon de Ardozê. Ev baregeh ji bo balafirên leşkerî yên Ûkraynayê îkmalê dike. Li ser zerfeka dinê navê wezîra bergiriyê ya Îspanyayê Margarita Robles hebûye ku tê de teqemenî hebûye û hatiye îmhakirin.

Li ser mijarê sefareta Rusyayê ya Îspanyayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihandiye:

“Bi taybetî ji bo ser mîsyonên dîplomatîk her tehdîd û êrîşên terorî ku bên kirin, em wan şermezar dikin.”