image

PeyamaKurd – Li payîtexta Îspanya Madrîdê, zîrwa NATO yê ya 32 em destpêkir. Zîrwe bi şîvdayîna qralê Îspanyayê 6. Felipe, li Koşka qraliyêtê ku şîv da ew kesên tevlî zîrwê dibin, destpêkir. Recep Tayip Erdoğan di zîrwê de Tirkiyê temsîl dike û 30 dewletên din di asta serokkomar an serokwezîran de tevlî wê dibin. Di nava wan de Avustralya, Zelanda Nû, Japonya, Koreya Başûr, Fînlandiya, Îsweç, Avusturya, Îrlanda, Malta, Kibris a Rûma, Bosna Hersek, Gurcistan, Urdun û Morîstanya hene.

Ji 44 dewletan 41 ji wan serokê dewletan an serokwezîr û bi wan re wezîrên karên derve û wezîrên bergiriyê hene.

Ji ber civîna 4 qolî ya di navbera Tirkiye, Îsweç, Fînlandiya û bi malxweyiya sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg de, dirêj bû nikaribûn tevlî şîva qralê Îspanyayê bibin û rewşê ji qral re ragihandin.

Wisa xwuyaye mijara herî girîng ya NATO yê mijara şerê navbera Ûkrayna û Rûsya ye. Wê Zelendkiy bi rêya video-konferansê tevlî zîrwê bibe. Wê wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba bi xwe here Madrîdê û piştî civîna yekem wê li ser nexşerêya deh salan ya NATO yê ya bi navê “Konsepta Stratejîk ya Madrîdê” munaqeşe bênkirin.