image

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka yê nû Nicholas Gragner ku ji bo karûbarên Sûriyê bi giştî û taybetî bo Rojavayê Kurdistanê hatiye erkdarkirin, ev demek e dest bi hevdîtin û danûstandinên xwe li Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi aliyên sîyasî yên Kurd re civînan pêk tîne.

Gragner 31ê Tebaxa 2022yan li Rojavayê Kurdistanê, serdana Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û bi serkirdatiya ENKSê re civîya. Ev serdana nûnerê Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê piştî saleke rawestana hevdîtinên yekrêziyê yên navbera ENKS û aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwedî girîngiyekê ye ku hewl tê dayîn ji nû ve herdu alî nêzîkî hev bêne kirin.

Serokê ENKSê Siûd Mela, li ser hevdîtina ligel nûnerê Amerîkayê û mijarên din ên têkildarî Kurdên Sûriyê û ENKSê ji PeyamaKurd re axivî.

Serokê ENKSê dide zanîn ku Amerîka dixwaze danûstandinên yekrêziya navmala Kurdan careke din werin aktîfkirin û berdewam bikin.

Siûd Mela dibêje, wan ji Amerîkayê daxwaz kiriye ji wan re bibin alîkar ji bo êdî ofîsên wan ên li Rojavayê Kurdistanê neyên şewitandin, ciwan neyên revandin û bi taybetî jî di vê dema ew amadekariyên kongreya ENKSê ya 4an dikin de astengî ji bo wan neyên derxistin.

Mela li ser hevdîtina ligel nûnerê Amerîkî û mayîna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî got: “Gagner ji me re got ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakevin, ew ê li wir bimînin. Dibe ku salekê heta du salan jî ew di erka xwe de bimîne. Ti biryareke Amerîka ya derketina hêzên Amerîkî tune ye.”

‘Amerîka dixwaze danûstandinên ENKS û PYDê ji nû ve dest pê bikin’

Mebesta serdana Granger a serkirdayetiya ENKSê çi bû? Di civînê de kîjan babet hatin guftûgo kirin? Gelo danûstanên yekrêziyê yên PYD û ENKSê ji nû ve dest pê dikin? Mirov dikare vê serdanê wek îşaretekê binirxîne?

Siûd Mela: Ev hefteyek e Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger ji bo nûnertiya Amerîka ya Sûriyê giştî hatiye erkdarkirin. Herwiha karekî Amerîka hebû ku aliyên Kurdî nêzîkî hev bikin. Bi taybet di navbera ENKS û PYD de. Di vê mijarê de ev çend sal in navbeynkariyê dikin, lê ji ber helwestên PYDê bi ser neketin û kêmahî çêbûn.

Ev salek e danûstandinên yekrêziya navmala Kurdî rawestiyabûn. Nûnerê Amerîka di serdana xwe de got ku ew dixwaze wî karî berdewam bike. Got ku wan pêwendî qut nekirine û ew ne tenê ji bo Kurdan hatiye, ji bo çareseriya rewşa Sûriyê bi giştî hatiye ku dixwazin di çarçoveya biryara Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ya jimar 2254 de, çareseriyekê pêk bînin daku Sûriyeke demokratîk a yekbûyî ya mafên hemû pêkhateyan bê dayîn were avakirin.

Ji me re got ku armanca wan ew e. Ew alîkariya gelê Sûriyê dikin ji bo Sûriye ji vê rewşa 11 salin tê de derbas dibe derkeve. Mebesta Granger a serdanê ev bû ku got, ew hefteyeke hatiye û xwestiye wan jî bibîne. Hevdîtina me ya vê carê bêhtir ya hevnasînê bû. Di civînê de rewşa giştî ya Kurdan û Sûriyê hat nirxandin û me jî daxwaz kir, ew bêhtir alîkar bibin daku rewş baştir bibe.

‘Me daxwaz kir ku êdî rê li ber kiryarên dijî ENKSê bê girtin’

Nûnerê Amerîkayê di hevdîtina we de, ti peyam û daxwaziyên Amerîkayê gihandin ENKSê? Rêveberiya Amerîka ji ENKSê çi daxwazan dike?

Siûd Mela: Daxwaziyeke taybet ji me nehat kirin, lê diyar kir ku ew bi berpirsên berê yên Amerîkayê ku di navbera aliyên Kurdî de navbeynkarî kirine re axivî ye û zanyarî ji wan wergirtine. Derbarê daxwazî û hewldanên herdu aliyên kurdî de xwedî agahî bû. Me jê re behsa wê yekê kir ku di nav 4 mehên dawî de, 10-12 ofîsên ENKSê hatin şewitandin. Ji bilî girtina ciwanan û astengiyên din ku li Rojavayê Kurdistanê li pêşiya me têne derxistin. Me daxwaz kir ku êdî rê li ber wan kiryarên dijî ENKSê bê girtin ku gelekî xirabiyê li hember me dikin.

‘Nêzîkbûna bi Şamê re di çarçoveya biryara 2254 a NY de dibe’

Di civînê de behsa daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê nêzîkbûna bi rejîma Sûrî re hat kirin? Nêrîna Amerîka li ser vê mijarê çi ye?

Siûd Mela: Li ser vê mijarê ji me re hat gotin ku ew nehatine Sûriyê parçe bikin, lê ligel çareseriyeke di çarçoveya biryara NY ya 2254 de ne ku hemû gel û pêkhatiyên Sûriyê bigihin mafên xwe. Amerîka tenê di vê çarçoveyê de, nêzîkbûn û pêwendiyên ligel Şamê qebûl dike. Heger Şam wan mercên navdewletî qebûl bike, opozîsyona Sûriyê û ya Kurdan jî amade ye ku ligel wan danûstandinê bike. Lê belê ji me re hat gotin ku ew ne ligel nîzama wekî berê ya Sûriyê ne.

‘Amerîka ne ligel dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye’

Helwesta Amerîka ya ji bo operasyoneke nû ya Tirkiyê çi ye?

Siûd Mela: Şanderê Amerîkî got ku Amerîka li dijî parçekirin û dagirkirina Sûriyê ye. Em ligel wê ne ku hemû pêkhateyên Sûriyê çi Ereb, çi Kurd, çi Suryan û yên din bin bigihin mafên xwe. Em li dijî wan kiryarên kuştin û penaberkirina xelkê Sûrî ne. Li hember kiryarên Tirkiye, Rûsya û Îranê yên li Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ew ne di xizmeta gelê Sûriyê û herêmê de ye.

‘Em naxwazin ji alîkariyên darayî yên Amerîkayê mehrûm bin’

Amerîka soz û misogeriyekê ji bo parastina Kurdan dide yan? Alîkariyeke çawa dide kurdan?

Siûd Mela: Tenê hat gotin ku ew li dijî koçberkirinê û bicihkirina xelkên din li herêma me ne. Lê b awayekî eşkere nehat gotin ku wê li hember operasyonan parastinekê bikin.

Gagner got ku wan 900 milyon dolar alîkarî gihandiye xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. Me jî got ku ji wî pereyî ti alîkariyek negihîştiye Kurdan. Ew pere li ku derê hatiye xerckirin em nizanin. Yek dolarek jî negihîştiye me. Me ti alîkariyeke Amerîkiyan li cem xwe nedîtiye.

Me got ku em jî dixwazin ji wan alîkariyan ne mehrûm bin. Ji me re gotin ku ew dê li ser mijarê bisekinin. Yanî alîyê Amerîkî bi me dide nîşandan ku ew bi çavekî wekhev li Sûriye gişî dinihêrin.

‘Ti biryareke Amerîka ya derketina ji Rojavayê Kurdistanê tune ye’

Rewşa hêzên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê çi dibe? Li ser mayîna wan çi hat gotin?

Siûd Mela: Nûnerê Amerîkayê ji me re got ku ew ji Rojavayê Kurdistanê dernakevin, ew ê li wir bimînin. Ew niha hatiye dibe ku salekê heta du salan jî di erka xwe de bimîne. Ti biryareke Amerîka ya derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê tune ye.

‘Me ji şanda Amerîkî alîkarî xwest ji kongreya ENKSê re astengî neyên derxistin’

Amadekariyên kongreya Çaremîn a ENKSê di çi astê de ne? Gelo tarîx û cihê kongreyê hatiye diyarkirin?

Siûd Mela: Em niha amadekariyên xwe dikin kongreya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê li dar bixin. Me komîsyon û lijneyên xwe ava kirine ji bo kongreyê. Em niha civînên xwe yên dawî dikin. Em hêvî dikin wekî carên din ji aliyê rêveberiyê ve astengî ji me re neyên derxistin. Me ji şanda Amerîkî jî daxwaz kir ku ew jî alîkar bin ji bo wekî berê astengî ji me re neyên derxistin. Em hêvî dikin heta dawiya vê mehê mijara lidarxistina kongreya ENKSê çareser bibe.

‘Em di serî de dixwazin îtiraf bi mafên gelê Kurd bê kirin’

Wê çi guhertin di kongreyê de bên kirin? ENKS di rojên pêş de ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û çareseriya giştî li Suriyê projeyeke çawa dide ber xwe?

Siûd Mela: Em bi Sûriyeke demokratîk, parlamenî û federalî re ne. Heger em karibin wê pêk bînin wê baş be. Em di serî de dixwazin, îtiraf li gelê Kurd bê kirin. Em ê hemû hewldan û danûstandinên xwe li derve û hûndir ji bo vê mebestê berdewam bikin.

‘Opozîsyona ku xwe bi Tirkiye û Îranê ve girê dide Kurdan wek milet nas nake!’

Pêwendiyên ENKS û Îtilafa Sûriyê niha di çi astê de ne? Wekî destpêkê dewam dikin yan çi nakokî di navbera we û wan de hene?

Siûd Mela: Dema em ketin na Îtilafê di navbera me û wan de, rêkeftina ku îtirafê bi mafên gelê Kurd bikin hebû.

Lê belê ji destpêkê ve gelek astengî ji bo me hatin derxistin û nehatin qebûlkirin. Hinek ji wan ji aliyê opozîsyona rastîn ve dihatin qebûlkirin. Lê ew aliyên Îxwanî Muslîmîn û yên din li hember me ji Beasiyan jî xirabtir in.

Sala 2011an opozîsyona Sûriyê (îtilaf) baş bû, baweriya wan bi demokrasiyê hebû. Baweriya wan bi mafên miletan dihat. Destpêkê navê xwe kiribûn, ‘Encûmena Azadî’ ku Kurd, Suryan û Ereb wekî hev dihatin qebûlkirin. Niha ew grub û pêkahte çûn û yên din derketine  ku mixabin ne wekî wan in.

Em tenê bi opozîsyona rastîn re ne. Opozîsyona ku xwe bi Tirkiye, Rûsya, Îran, Iraq û rejîmê ve xwe girê dide ti carî nabêjin Kurd miletek in di nav Sûriyê de.