image

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku weke baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û desteya bilind a Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) tê zanîn, demek berê kongreya xwe ya çaremîn li dar xist û herdu hevserokên xwe guhertin.

Kongreya MSDê li demeke ku nakokiyên Rêveberiya Xweser û Tirkiyê berdewam dikin û bingehên HSDê û binesaziya sivîl a Rojavayê Kurdistanê dibe armanca êrîşên Tirkiyê  hate lidarxistin.

Li beramber vê jî cihê pirsê ye ku MSDê weke hevserok kesayetekî ereb ê bi eslê xwe ji Hesekê ye û bi xwe hemwelatiyê Amerîkayê ye hilbijart ku têkiliyên wî yên bi Tirkiye û opozîsyona Sûriyê re jî xurt in.

Akademîsyen Dr. Ferîdûn Sadûn ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dimîne, li ser çareseriya krîza Sûriyê, qonaxa giştî ya ku kongreya MSDê hatiye lidarxistin, wek serok hilbijartina Mehmûd el-Mislet û erka nû ya hevseroka berê Îlham Ehmed, bersiva pirsên PeyamaKurd da.

‘Danûstandinên Rêveberiya Xweser û Şamê hatine birîn’

Bi giştî hûn kongreya 4emîn a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) çawa dinirxînin? Ev kongre di rewş û qonaxeke çawa de hate lidarxistin?

Dr. Ferîdun Sadûn: Kongreya MSDê di qonax û rewşeke nû de, hate lidarxistin. Hinek berhem û sedemên vê rewşa nû hene. Yek jê di navbera MSDê û rejîma Sûriyê de danûstandin û guftûgoyek hebû, lê wê ti encam neda û neçû serî. Yanî em ketin qonaxeke nû ku dûrbûnek di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de çêbûye, di asta siyasî û dîplomasî de. Weke tê zanîn bi salan danûstandinên bi rejîmê re dewam kirin, lê piştî dagirkirina Efrînê ew danûstadin lawaz bûn. Heta vê dawiyê ew danûstandin bi temamî hatine birîn ku niha ti agahîyên hevdîtinên şanda Rêveberiya Xweser û rejîmê tune ne.

MSD û Rêveberiya Xweser dixwest danehevekê ji opozîsyona Sûriyê re çêbike û wan bixin çarçoveyekê ku bi avakirina encûmeneke nû re hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Sûriyê tê de beşdar bin û bibin alternatîfa Îtilafa Sûriyê ya li Stenbolê daku bi rêya opozîsyona hûndir ji bo çareseriya krîza Sûriyê bi rejîmê û aliyên din re danûstandinan bike.

‘Hin kesayetên opozîsyona Sûriyê tevlî MSDê bûn’

Gelo bi nêrîna we rola Kongreya MSDê di çareseriya pirsa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî de, çi ye?

Dr. Ferîdûn Sadûn: Bi lidarxistina Kongreya 4emîn a MSDê re hinek ji daxwazî û pêwîstiyan hatin pêkanîn. Yek jê tevlîbûna hin kesên beriya niha di nav opozîsyona Sûriyê de bûn. Yanî kesê ku Dr. Mehmûd Mislet ê ku bûye hevserok, berpirsiyarê karûbarên derve yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bû, di salên 2012-13an de ku beriya Îtilafa Sûriyê bê damezrandin.

Hevserokên MSDê di kongreyê de hatin guhertin. Wekî din jî hejmarek kesayetên ji eşîrên ereban ku beriya niha li Stenbolê di nav opozîsyona Sûriyê de bûn, li nêzîk gihîştina Rojavayê Kurdistanê û tevlî MSDê bûne. Dixwestin wan kesayetan bînin û di vê de bi ser ketin û ew kes bo Desteya Serokatiya MSDê jî hatin hilbijartin. Hin gav di MSDê de hatin avêtin û ew pêkhate di asta biryardanê de cî girtin.

‘MSD bi serokatiya nû re dixwaze dijminatiya Tirkiyê ji ser xwe rake’

Dr. Ferîdûn Sadûn: Êdî pirs ev e: Gelo wê bi tevlîkirina pêkhateyên Sûrî re bikaribin nêzîkbûnekê bi Tirkiye û Rêveberiya Xweser re, têkiliyên dewletên destwerdana wan a yekser di hûndirê Sûriyê de heye û çareseriya krîza Sûriyê re pêk bînin? Gelo wê proseyeke nû ya siyasî dîplomasî bi Tirkiyê re çêbibe, yan wê ji bo aramiya devera me guftûgoyeke çêbibe ev cihê pirsê ye? Bi nêrîna min, yek ji girîngiya vê kongreya ku serokatiya MSDê radestî ereban bû ew e, nêzîkbûnekê bi Tirkiyê re çêbikin yan jî dijminatiya Tirkiyê ji ser xwe rakin.

Wekî hûn dizanin jineke Kurd a bi eslê xwe ji Efrînê Leyla Qereman û kesekî bi eslê xwe ji erebên Hesekê Mehmûd Deham Ebdulezîz ango Mehmûd el-Mislet hatin hilbijartin. Hilbijartina el-Mislet em çawa bixwînin?

Dr. Ferîdûn Sadûn: Hevserokê nû yê MSDê Mehmûd el-Mislet bi xwe hemwelatiyê Amerîkî ye, li Amerîkayê dijî. Ew parêzer e û xwedî dezgeheke qanûnî ya mafên mirovan e li Amerîkayê ku wek mamoste jî li Zanîngeha Ohio ya Amerîka kar dike. Yanî ew bixwe li Amerîkayê xwedî rolekê ye û danûstandinên wî bi berpirsiyarên Amerîkayê re hene. Birayekî wî yê din jî li Amerîka bi dezgeheke amerîkî ya bilind re kar dike û bavê wî bixwe jî welatiyê Amerîka ye. Danîna wî weke hevserok têgihîştineke di navbera Tirkan û Amerîkîyan de ye. Ez dibêjim, destwerdaneke wisa di hilbijartina wî de heye. Ji ber ku amerîkiyan dixwest nêzîkbûnek di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de çêbibe. Dema ku Rêveberîya Xweser û MSD di bin kontrola PKKê de bin, Tirkiye vê qebûl nake û danûstandinên bi rêveberiyê û MSDê re veto dikin.

Hevserokên MSDê Leya Qereman û Mehmûd el-Mislet

‘Mehmûd el-Mislet bi têgihîştina Amerîka-Tirkiye û erêkirina MSDê bû serokê MSDê’

Tê gotin ku têkiliyên hevserokê nû yê ereb beriya niha bi Tirkiye re jî hebûne û heta wêneyê wî bi Erdogan re jî heye. HIlbijartina wî weke hevserok tê çi wateyê? Gelo mebest destpêkirina proseyeke nû ye bi Tirkiyê re?

Dr. Ferîdûn Sadûn: Wek tê zanîn kesên wekî; Îlham Ehmed, Bedran Çiyakurd û Mezlûm Kobanî di konseya PKKê de berpirsiyarên bilind in û vetoya Tirkiyê li ser van hebû.

 Kesayetekî Amerîkî yê wekî Mehmûd el-Mislet anîn ku danûstandina wî bi Tirkiyê re û erêkirineke Tirkiyê jî li ser wî heye û tê qebûlkirin. MSD jî hêvî dike û diyar e ku wê ev kesayet bikare danûstandin û hevdîtinan bi Tirkiyê re bike û ji bin vî barî rabe.

‘Ji bo hilbijartina el-Mislet salekê amadekarî hate kirin’

Ji ber wê jî dibêjim; hilbijartina wî ne tiştekî ji nişkê ve bû. Ji bo hilbijartina Mehmûd el-Mislet salekê kar li ser hatiye kirin. Beriya niha hevdîtinên wî bi General Mezlûm re û bi serokatiya MSDê re hebûn. Yanî guftûgoyên wî yên berfireh demeke dirêj e bi MSD û Rêveberiyê re hebûn. Herwiha demeke dirêj jî li Stenbolê bi berpirsên Tirk re û bi amerîkîyan re rûniştin û danûstandinên wî hebûn. Ez dibêjim, ew hatibû amadekirin û ji bo bibe serokê MSDê kar li ser hatibû kirin. Ew jî bi têgihîştina Amerîka, Tirkiye û erêkirina MSDê bû.

Hevseroka berê Îlham Ehmed bi dîtina te ji bo çi cardin nehat hilbijartin? Ew demek dirêj e di qada siyasî ya cîhanê de jî hatibû naskirin. Herwiha dema têkiliyên PYD û Tirkiyê baş bûn, yek ji wan kesên bi hikûmeta Tirkiyê re di nav danûstandinan de bû.

Dr. Ferîdûn Sadûn: Di sîstema PKKê de û ya ku li herêma me tê kirin jî serok û berpirsên wan her dem têne guhertin. Di sîstema wan de, kesekî demeke dirêj li ser erkekê nahêlin. Li Rojavayê Kurdistanê jî berpirsiyarên wan her dem têne guhertin. Lê neku wan ji kar dixin, karekî din didin wan. Yanî Îlham Ehmed demeke dirêj hevseroktiya MSDê kir, neku serok bû. Ji ber ku serokê MSDê Riyad Derar ê ereb bû. Lê ya ku rasterast li ser kar bû û siyaseta MSDê dimeşand Îlham Ehmed bû. Li Rojavayê Kurdistanê hin kes hene wek fotograf li pêş in, lê kesên din jî hene ku ew kadroyên wan in û rasterast ew bi kar radibin û xwedî biryar in. Yanî yên pêş disekinin ne xwedî biryar in, yan li paş disekinin xwedî biryar in.

Îlham Ehmed ne seroka MSDê, seroka ofîsa cîbicîkirinê bû. Serok her çiqas Riyad Derar bû jî tenê wek fotograf bû û ti rola wî tunebû. Wekî me got, pêwîstiyek hebû Îlham Ehmed bê guhertin û ev kesê nû Mehûmd el-Mislet bê danîn. Yanî li ser wî navî danûstandineke amerîkî, tirkî û PKKê li ser çêbûbû û hate hilbijartin.

‘Îlham Ehmed dibe Berpirsa Ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser’

Ji bo çi Îlham Ehmed nehat hilbijartin, yan ji bo erk û posteke din tê amade kirin? Nêrîna cenabê te çi ye?

Dr. Ferîdûn Sadûn: Îlham Ehmed ji kar dûr nayê xistin, niha tê gotin ku wê bibe Seroka Ofîsa Danûstandinên Derve. Wê posta wê ji MSDê jî bilindtir bibe. Yanî wê bi wergirtina erka têkiliyên navdewletî re posta wê ji hevserokatiya MSDê bilindtir bibe. Weke ku em jî dibihîzin divê Îlham Ehmed bibe berpirsiyara Ofîsa Danûstandinên Derve ya Rêveberiya Xweser. Wê ji ber avakirina têkilî û dostaniyên xwe yên bi berpirsên welatên Ewropa û Ereb re, roleke wê hebe.

‘Îlham Ehmed nekarî MSDê di qada navdewletî de bîne asta ENKSê’

Dr. Ferîdûn Sadûn: Ev jî heye ku di dema berpirsiyartiya MSDê ya Îlham Ehmed de, ti encamên berbiçav nehatin bidestxistin. Di nêrîna me de, destkeftiyên wê yên siyasî û dîplomasî di asta herî nizm de bûn. Weke mînak; nikaribû beşdarî kongreyên Cenevê û civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê bibe. Nikaribû tevlî opozîsyona Sûriyê bibin. Yanî di hemû astan de jî Îlham Ehmed nekarî berhemên erênî bi dest bîne. Yanî nikaribû MSDê bîne wê asta ku danûstandinên fermî pê re bibin. MSD heta niha negiha wê astê ku bi fermî tevlî danûstandinên navdewletî yên çareseriya krîza Sûriyê bibe.

Yanî ENKS ji MSDê bêhtir di nav wan danûstandinan de ye û hem jî di asteke bilindtir de. Erê ji ber çûnûhatin û têkiliyên xwe yên berfireh xebateke Îlham Ehmed a girîng hebû, lê ew berhem û encamên dihatin xwestin pêk neanîn.