image

PeyamaKurd – Rojnamevan û nivîskar Îlhamî Işik yek ji kesayetên proseya çareseriyê ya li Tirkiyê bû û niha bûye şewirmendê sereke yê Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Parti) ya Ahmet Davutoglu li ser pirsa Kurd û mijarên têkildar ji PeyamaKurd re axivî.

Îlhamî Işik dibêje; “Pirsa Kurd ne pirseke ku ji aliyê terefekî tenê ve bê çareserkirin. Ew meseleyeke ku di çil salên dawî de gelek êşên kûr bi xwe re anîne ye.”

Cenabê te niha di Partiya Gelecekê de wezîfeyek standiye, gelo sedema ku tu bi vê partiyê re kar bikî çi ye?

Wiha bêjim; ji bilî maneyeke taybet ez Birêz Davutoglu bi salan e nas dikim. Dema ew serokwezîr bû jî ez bi terefgiriya wî hatim tawanbarkirin. Bi qasî du salan bi taybet li ser medya civakî ez hatim lînçkirin. Ji ber wê jî dawî li karê min ê rojnameyan û televizyonan hat anîn. Bi van tawanbariyan gelek lînç li min hatin kirin. Ez rojnamevan im û bi salan e nêrînên xwe yên derbarê pirsa Kurd de dinivîsim û diaxivim ku di medyayê de jî parve dikim. Û ji 17 saliya xwe heta niha bi siyaseta Kurd û ya Tirkiyê re mijul im.

Ez ti carî nefikirîme ku siyasetê di nav partiyekê de bikim. Ji nasnameya siyasî wêdetir di wateya bi nasnameyeke din nêrîna xwe parve bikim, min pêşniyaza birêz Davutoglu ya şêwirmendiyê qebûl kir ku ji ber ku ezê bikarim gelekî hêsantir nêrînên xwe derbibirim.

Hevdîtina min û Partiya Gelecekê wiha çêbû. Ez fikirîm ku wê berhemdartir be. Niha derketina me ya televizyonan û nivîskariya rojnamevanên netewî tê astengkirin. Lewra jî tenê bi parvekirinên medya civakî kêm dimîne. Di rewşeke wiha de sax be pêşniyazeke wiha ji min re anî û min jî qebûl kir.

Yek ji pirsa herî girîng a Tirkiyê pirsa Kurd e. Projeyên partiya we yên ji bo pirsa Kurd û Kurdan çi ne?

Her partiyeke siyasî xwedî nêrîneke pirsa Kurd e. Ji ber wê jî nêrîna hinek partiyan neyînî be jî derfeta nîqaşkirinê bide watedar e. Bi min divê em wisa li meselê binêrin. Bi ya min divê pirsa Kurd bi rêbazên aştiyane û gavên demokratîk were çareserkirin.

Pêwîste rê bê dayîn ku Kurd li vî welatî bi awayekî azad digel nasnameyên xwe bijîn. Nêrîna Partiya Gelecekê jî di çarçoveya xweşkirina rêya gotûbêjkirina bi awayekî azad a meseleyê girîng e.

Ji ber ku Tirkiye bi giştî civakeke mihafezekar e û bi taybet di 20 salên dawî de sosyolojîyeke ku AK Partiyê çêkiriye heye. Di rewşeke wiha de, ji bo min gelekî girîng e ku partiye mihafezekar a xwedî nasnameya îslamî û demokratîk, nêzîkatiyê li çareserkirina bi taybet mijara zimanê dayikê û pirsên din ên edaletê bike û sekna xwe dewlemendtir bike.

Lewra Pirsa Kurd ne pirseke ku ji aliyê terefekî tenê ve bê çareserkirin e. Ew meseleyeke ku di çil salên dawî de gelek êşên kûr bi xwe re anîne ye. Ji ber wê jî bûye sedema wê ku Tirkiye bi awayekî xweparastinê û hêza dewletê li meselê binêre ku rewşeke heta radeya faşîzaniyê jî bi xwe re aniye. Lê belê pêwîste ev helwest bê berevajîkirin û her kes bikare nêrînên xwe bi awayekî azad bibêje û daxwazên xwe bêyî êşandina aliyekî din bîne ziman.

Armanca herî girîng a ku Partiya Gelecekê ji bo demên pêş daye ber xwe çi ye?

Her partiyek bi awayekî siruştî deshilatbûnê dike armanc. Lê belê bi ya min armanca sereke ya Partiya Gelecekê ew e ku ji bo rewşa heyî hîn xirabtir nebe têkoşîna opozîsyonbûnê bide ye.

Helbet armanca sereke ya partiyên siyasî deshilatbûn e. Ji vê wêdetir sekna însanî jî ev e ku rewşên ku nehêle deshilatdariya heyî şaşîyan bike. Yanî ne tenê rêkxistinên bikevin hilbijartinê ne.

Bi awayê teorîk avêtina gavên ku nehêle deshilatdarî di rewşa heyî de ziyana zêdetir bigihîne welat e. Yanî li gor min divê wiha bê fêmkirin. Ji aliyê partiya deshilatdar ve jî wisa ye. Li gorî min divê ew jî bi pêngavên rasteqîn rê li ber bigirin ku welat neyê asta nayê birêvebirin û têkoşînê bidin.

Tevî ku ji aliyê gelek derdoran ve rexneyên tund li deshilatdariyê têne kirin jî tê gotin ku aliyê opozîsyonê jî nikare projeyên berçav pêk bîne. Divê opozîsyon çi bike?

Îro li Tirkiyê pirs ne ya tunebûnê ye. Pirsgirêka talankirin û beravêtinê heye. Pirsgirêk pêşkeşkirina dewlemendiyan e. Heger hûn sekneke dadwerî, li gorî hiqûqê, demokrasiya pêşketî ku hemû alî bikarin xwe îfade bikin û hevdu wekî neyar nebînin nîşan bidin, li vî welatî çavkaniya dewlemendiyeke ku ne tenê têra 4 milyon kesan têra heştsed milyon kesan bike heye. Lewra welat têra xwe xwedî dewlemendiyên civakî, çandî û aborî ye. Divê wiha li meselê binêrin.

Pêwîste ev peyam bo civakê bê dayîn. Pirs ne ya nebûna çavkaniyên kêm ên welat e, ne ya nebûna mirovên hiqûq û edaletê pêk bînin e û herwiha ne ya nebûna dewlemendiyên madî ye jî. Lê belê em van pirsa ji ber rêveberiya xirab roj bi roj girantir dijîn.