image

PeyamaKurd – Êrîşa ku di 20ê Tîrmehê de li Zaxoyê li gundê Perexê çêbû, wisa xuya dike ku wê encama wê di raya giştî de gelek cih bigre. Bûyer ji aliyê Kurdan ve gelek girîng e. Divê aliyên êrîş kirine, sedema wê û encama wê bi çavekî dûrbînî bê nirxandin.

Hinek alî di êrîşê de Tirkiyê sûcdar dibînin û hinek jî dibêjin ku PKK ew êrîş kiriye. Tişta balkêş ew bû ku dewleta Iraqê cara yekem e nota da Tirkiyê û got ku êrîş ji aliyê Enqerê ve hatiye kirin û divê Tirkiye ji ser axa Iraqê vekişe.

Her çiqas êrîş li ser axa Kurdistanê hat kirin jî kesên mirin Erebên sîvîl bûn ku ji bo geştiyariyê hatibûn herêmê. Dibe berteka Iraqê ji ber vê be jî. Ji ber Iraq heya îro ji ber Kurd li ser axa Tirkiyê dimrin, bertekeke wiha nîşan nedabû.

Pirseke din jî ew e ku êrîş piştî zîrweya sêqolî ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk hat. Di heman demê de, bê ‘têkiliya bûyerê bi operasyona Tirkiyê ya ji bo ser Rojavayê Kurdistanê hebû’ dianî bîra mirov.

Munaqeşe û rexne bi vî awayî dewam dikin lê li ser bûyer û babetê, endamê konseya serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, endamê Rêvebiriya Navendê û Biryarê yê AKPê û hem parlementerê Mêrdînê yê dewra 25em û 26em Orhan Miroğlu û Serokê Partiya Gelecekê yê şaxa (leqa) Diyarbekirê Aydın Altaç ji bo PeyamaKurd ew bûyer û karvedanên wê şîrove kirin.

“Êrîşa li Duhokê di raya giştî ya dinyayê de ciyekî fireh girt. Hinekan got ku Tirkiye sûcdar e û hinekan PKK sûcdar kir. Li gor we ev bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin?

Elî Ewnî: “Beriya her tiştî kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê ji wan re rehmetê dixwazim. Eger em werin ser pirsê; Tirkiye û PKK ji bo statuyek ji Herêma Kurdistanê re çênebe, di heman rêyê de têdikoşin. Mixabin PKK li ser axa Kurdistanê bi navê ‘Kurdîniyê’ cîh girtiye. Tirkiye jî bi hinceta PKK li Herêma Kurdistanê ye, tên herêmê û talanê dikin. Xwebicihkirina her du terefan li Herêma Kurdistanê, ji bo xelkê me tiştekî neyînî ye. Ji ber kesên ji ber şerên wan direvin nikarin dagerin ser axa xwe. Yanî Tirk PKKê dikin behane û zirareka awarte (anormal) didin axa me, bombe dikin. PKK ji wan re bingehê amade dike.”

Orhan Mîroglu: “Beriya her tiştî ez ji bo 9 kesên hemwelatiyên Iraqê ku li Zaxoyê jiyana xwe ji dest dane, ji wan re ji Xwedê rehmetê dixwazim.

Dema xebera bûyerê hat û bi şûnde, qewimandinên li herêmê çêdibin, dewlet jî di nav wan de, aktorên di derbarê bûyerê de ku cihê xwe digrin, divê mirov li tevgerên wan binihêrta û ev pirsa han bikira:

Ji bo çi niha û ev komkujî bi kêrî kî hat?

Çima li navçeyeke geştûguzariyê ya li ser axa Herêma Kurdistanê bi topên hawanê êrîş dikin û hem ne li mirovên wê derê dixin lê hemwelatiyên Şî’a yên ku ji Basra û Necefê yên Ereb hatine, tên kuştin!

Eger ev tercîhek be -ku wisa xuya dike- sedemên vê tercîhê çi ne? Kuştina Şî’a-Ereb ya li ser axa Kurdistanê bi kêrî karê kî tê?

Ti zanyarî û şîroveyeke ku bibe bersiva van pirsan, me heya niha nedît. Hê jî tine ne. Lê beriya komkujî bibe û gelek beriya wê weke ji bo Tirkiye bê sûcdarkirin, em dibin şahid ku amadekariyek heye. Yên amadekarî dikirin, di heman wextê de Tirkiyê sûcdar kirin û Artêşa Tirkiyê ji bûyerê berpirs girtin. Hikumeta navendî ya Iraqê ji bîr kir ku li ser axa di bin desthilata wan de, dagirkeriya çend rêxistinên terorîst heye û gotin, derfet hatiye ku ew di nav çend deqeyên ewilî de Tirkiyê sûcdar bikin.

Li Bexdayê alên Tirkiyê hatin şewitandin, berhemên Tirkiyê li bajarên wek Silêmaniye jî di nav de, li gelek bajaran hatin boykotkirin.

“Komkujî wek bûyera Roboskiya duyem ragihandin”

Li Rêvebiriya Herêma Kurdistanê şermezarkirinên qeymeqaman hatin belavkirin. Hikumeta Hewlêrê bi giştî bangeke wiha kir: “PKK û Tirkiye bila pirsgirêkên xwe li ser axa Tirkiyê çareser bikin û eger şerê xwe dewam bikin, bila li Tirkiyê dewam bikin.”

Lê birêz Mesûd Brazanî û birêz Nêçîrvan Barzanî di van mijaran de, hema di her daxuyaniyên xwe de digotin ku ew dixwazin PKK ji wan gundên deverê yên ku dagir kirine bila vekişin û ji şerê ku Tirkiye li herêmê dimeşîne PKK berpirs digirtin.

Me ji Tirkiyê jî daxuyaniyên ku vê dîmenê temam dikirin û ne li dij bûn, dibihîst. Hinek baroyan hêj li ortê delîl, raporeke ku bawerî pê bê anîn tine bû, bê lêkolînên di asta netewî û navdewletî bên kirin û encama wan hebe, Artêşa Tirkiyê berpirs nîşan dan. Bandora bûyera Roboskiyê ya di raya giştî ya Kurdan de bibîranîn û bûyer weke bûyera duyem ya Roboskiyê ragihandin.”

Aydin Altaç: “Ji bo ew kesên sîvîl yên ku di bûyera Duhokê de jiyana xwe ji dest dane, ji wan re ji Xwedê rehmetê dixwazim. Ev bûyer ne bûyereke ku mirov piştguh bike yan serê bigre. Ji ber bûyereke ku tê de sîvîl û mirovên bêguneh jiyana xwe dane. Divê mirov li ser bûyerê raweste, bûyerê ronî bike û gumanbar an gumanbaran tesbît bike û li gor wî tevbigere.

Divê hikumeta Tirkiyê tenê bi daxuyaniyan nesekine. Ev bûyera ku li welatê cîran çêbûye û tê de sîvîl hatine kuştin, divê hikumet mijarê bişopîne, ji bo mijarê rohn bike, divê zorê bide hevkariyê û ji bo di bin gumanan de nemîne, temamê lêkolînan ji dezge û saziyên navdewletî bixwaze. Ez wisa difikirim.”

“Êrîş, çend saet piştî hevdîtinên di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê de çêbûn. Hûn vê çawa şîrove dikin? Gelo ev bûyer di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de wê nexweşiyekê çêbike?”

Elî Ewnî: “Ya rast di navbera wan de çi hat axaftin, ez agahdar nînim. Lê dema em li salên borî dinêrin, gelek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di şerê PKKê û Tirkiyê de hatin kuştin.

Berê em û Amerîka me li ser mijarê munaqeşa vê kir. Me xwest Tirkiye ji ser axa me vekişe. Ji ber zirarê dide hebûna me û hem milletê me. Ev der axa wan nîne. Me got ku divê ji vê derê derên. Lê dengê me neçû ti kesî.

Binêrin.. Tirkiye ji meha borî heya niha sê caran gundê Perexê bombebaran kir. Yek ji bombeyan li heywanên ku sîvîl wan xwedî dikin ket. Di bûyerê de 150 ajal telef bûn. Ya din bi heman şêweyî li rezan, zeviyan û xaniyan ket. Agahiyên van bûyeran ji me re tên.

Li Perexê ev bûyer dibin. Lê divê em vê pirse bipirsin. Vê carê çima ew çend deng da? Sedem çi bû? Ji ber vê carê Erebên sîvîl mirin, ne Kurd bûn. Ji ber wê, Iraqê dengê xwe bilind kir. Weke xwîna Kurda ne xwîn be, wek mînaka avê, kesî ew çend bertek nîşan nedabû.

Tişta ez ji wê civînê fêm dikim, di destê Erdogan de tiştek nema. Rûsya û Îran rê nedan Erdogan. Mînak; destûr nedan ku Erdogan bi kêfa xwe midaxele bi Rojava bike. Baş e lê niha di destê Erdogan de çi ma? Kurd. Yanî li ser axa me şer bike.

Orhan Miroglu: “Tehran, warisê 3 împaratoriyeta ye ku berê li ser vê erdnîgariyê desthilata xwe meşandine û desthilata wan heya sed sal berê dewam dikir…Tirkiye, Îran û Rûsya di serî de pirsgirêka Sûriyê û gelek mijarên herêmê û navdewletî muzakere dikin, Tirkiye tewrê xwe li ser diyalog û lihevkirinê datîne, peymanên ku Tirkiye bi Îranê re îmze kiriye da hecma bazirganiyê zêde bibe, van tiştan hemû hinekan memnûn kiriye û hinekan xemgîn kiriye.

Di hevdîtina li Tehranê de, bendeyên bingehîn yên Îran û Rûsyayê ew bûn ku Tirkiyê razî bikin da operasyonan li ser rojhilatê Firatê neke û bi awayekî Tirkiyê razî bikin. Me dît ku hewlên wan vala derketin. Ji ber hêj di civîna çapemeniyê ya Tehranê de serokkomar birêz Erdogan, daxwaz kir ku Amerîka ji rojhilatê Firatê vekişe û aşkera bû ku wê operasyon di rojevê de be.

Her kî komkujiya Zaxoyê kiribe, PKK, Îran, Amerîka û hetta Rûsya (rastiyekiye ku di herêmê de rêxistinên taşeron hene ku bi wekalet bûyerê bikin) armanca wan ew e ku têkiliyên navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê daxin asta herî kêm an di nav pêvajoyê de daxin sifrê. Û bi vî awayî dema herêmê ji nûh de tenzîm bikin, Tirkiyê ji nav derxin an ku tesfiye bikin. Bi kirina komkujiyan, gelo dikarin bigihên encamekî wiha? Pir zahmet e. Lê bêguman wê ceribandina xwe dewam bikin.

Bi îhtîmaleke mezin têkiliyên dostane yên navbera Hewlêr û Enqerê ku îro bêhtir di rewşeke girîng de ye û xurt dibe, di hinek hêzan de endîşeyan diafirîne û hesabên wan serûbinê hev dike.

 “Yên Tirkiyê xistin ber hedefa xwe, malbata Barzaniyan jî ji bîr nekirin”

Eger ne ji Erdogan û Tirkiye bûya, Amerîka û Îran wê çiqas xweş Kurdan îdare bikirina! PKKê xweş îdare dikin lê wexta dor tê ser Hewlêrê û Barzaniyan, bi rastiya Tirkiyê re rû bi rû dimînin.

Bala xwe bidinê, kesên di komkujiya Zaxo de Tirkiyê xistin ber hedefa xwe, malbata Barzaniyan qet jibîr nekirin. Bi rêzdar Mesûd Barzanî û rêzdar Nêçîrvan Barzanî re heman muameleyi kirin. Wan xayîn û sûcdar îlan kirin.

Dema proja xaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo di ser Tirkiyê de bişînin Ewrûpayê ket rojevê, Dadgeha Bilind ya Iraqê yekser ket nav kar û biryar da ku rêvebiriya Herêma Kurdistanê (Hewlêr) nikare xaz û petrola Kurdistanê bifroşe welatên derve û nizanim bû cara çendê ku biryarê dide.”

Aydin Altaç: “Welew ev bûyer di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de nebe sedema pirsgirêkekî jî, ji ber nêzî sînorê me ye û kesên jiyana xwe ji dest dane sîvîlin, berpirsiyarî heye ku divê bûyer rohn bibe. Ji ber wê jî divê berya her tiştî mexdûriyeta mirovên sîvîl çareser bibe. Ez dibêjim ji ber vê bûyerê, wê di wextê pêşiya me de, wê her sê dewlet jî ji bo raya xwe ya giştî agahiyan bidin. Belkî hev sûcdar jî bikin.

Lê ji bo Tirkiye nebe hedefa sûcdariyê, divê ji niha de tedbîran bistîne. Eger Tirkiye tedbîr negre û di raya giştî de her tişt bi agahiyên şaş bicîh bibe, sererastkirina wê, dê zahmet be.”


Iraqê notayek balkêş da Tirkiyê. Herêma Kurdistanê jî dubare daxwaza sekinandina şerê PKK-Tirkiyê li nav axa xwe kir. Gelek welat û rêxistinan ev erîş şermezar kirin. Li gor te, wê encamên vê bûyerê di pêşerojê de çawa bin?  

Elî Ewnî: Erê, wiha ye... Ji ber ku ew Ereb bûn dengê Iraqê ewqasî bilind derket. Li paşerojê û pêşerojê binerin... Gelek mirovên me hatin komkujîkirin, kuştin, Hikûmeta Iraqê kengî derket got em vê qebûl nakin? Kengî got “Kurd” welatiyê me ne, ji vir derkevin?

Em dibêjin, Herêma Kurdistanê ne ji bo PKKê ne jî ji bo Tirkiyê cihê şer û pevçûnê ye.

Li cihê gundewarên tên bombebarankirin binerin, hemî heremên geştiyariyê ne. Ji bo Herêma Kurdistanê çavkaniyên aboriyê ne. PKK û Tirkiyê dibe sedema paşvemayin, êşa gelê me.

 “Ger di navbera Tirkiye-PKKê de şer heye, bila dev ji fîm berdin û herin li ser axa xwe şer bikin”

Sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê hinekî zindî bibû, lê vê bombebaranê gel û kesên dihatin wir tirsand. Bingeha jinûve di hejariyê de bijîn ji bo Kurda çêkir.

Ger di navbera PKK-Tirkiyê de şerekî rast heye, bila herin li ser axa xwe şer bikin. Bila fîlman neynin serê gelê me. Bila vekişin. PKK 40 sal in ku der rizgar kir? Ji zerarê pê ve çi da me?

Orhan Mîroglu: “Tiştekî ku divê em jê haydar bin jî ev e:

Iraq heta komkujiya Zaxoyê, tu carî ewqasî hişk li hember Tirkiyê nesekinîbû. Sekna Sedir jî bandor li Tirkiyê kir.

Yên di komkujiyê de can dan, berî her tiştî însan bûn, lê yên ev sûc kirin ango yên Şiiyên ji bo geştiyariyê hatibûn gundê Kurda kuştin, haydar bûn çi dikin. Li Iraqê, Şiiyan jî tevlî kampanyayên ku li dijî Tirkiyê tên meşandin û hin partiyên Kurda serekiya wan dikin, bikin.

 “Ger ên hatin kuştin ne Şia Ereb, Kurd bûna, wê helwesta Bexdayê wiha bûya?”

Em hinekî bifikirin: Ger ên hatin kuştin ne Şiî Ereb, Kurd bûna, wê helwesta Bexdayê wiha bûya?

Ez qet ne bawer im. Em di çarçoveya endezyariya demê û li pozberiya berdewam a mezheban li komkujiya Zaxoyê binerin wê zelaltir be. Û erê, potansiyela komkujiya Zaxo heye ku demek dirêj di navbera Îran û Tirkiyê de pirsgirêkan derxe. Belkî ji bo herêmê mîlad be.”  

Aydin Altaç: Weke beriya niha min diyar kir, divê Tirkiye tedbîra xwe bernede. Bûyer bi Tirkiye re têkildar be jî, divê bi zelalî wê nîqaş bikin û perve bikin. Lewre, her hewldanek ji bo girtina ser bûyerê û astengiya nîqaşkirinê wê ji bo Tirkiyê ne baş be.

Notaya Hikûmeta Iraqê ya da Tirkiyê, nêta wê ya rast eşkere dike. Her derengmayinek li hember ronîkirina bûyerê, wê ji bo Tirkiyê ne baş be.

“Di navbera operasyona muhtemel a Tirkiyê ya li dijî Rojava û vê êrîşê de têkilî heye? Ji bilî vê, ev êrîş bi rastî ji aliyê kê ve hat kirin û armanc çi bû?”

Elî Ewnî: “Tirkan hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kirine. Vê tu carî înkar nakin"

Ango dibêjin Kurd li derekê maf bi dest bixin em ê li hember wan bisekinin. Ev ne tenê di nav dewletê de wiha ye, ev hînî welatiyên xwe yên sivîl jî kirine. Şovenîzm, antî-Kurdbûn enjekteyî wan kirine.

 “Heta PKK li wir be, wê Tirkiye her dem were”

Qedera rizgariya Rojava ne di destê PKKê de ye. Berevajî wê, aliyên cuda dengê xwe li hemberî hebûna PKKê ya li wê derê dernaxin ku Kurd li wê derê bi ser nekevin.Gelek caran em bi PKKê re rûniştin, em peyivîn, lê dîsa bi ya xwe dikin.

Heta ew alên xwe vekin, sloganên xwe bavêjin, cihê xwe eşkere nîşan bidin, Tirk wê dîsa werin êrîş bikin. Wê nehelin Kurd li Rojava bi ser kevin. PKK gelek firsendan dide destê Tirka lê Başûr sûcdar dike.

Orhan Mîroglu: “ Em bibêjin tîrên pir Tirkiyê di “têgihê de” wiha rê dide, wê rastir be. Di rastiyê de rewş gelekî cuda ye. Bila bê bîra me, di dema bûyerên Kobanî û êrîşên DAIŞê de jî li dijî Tirkiyê kampanyayên neheq hatibûn lidarxistin. Ji ber sedemên min li jor jimart û tu sedem tune ne Tirkiye operasyoneke leşkerî ku wê Tirkiyê ji heremê îzole bike bipejirîne û di vê operasyonê de sivîlan qetil bike û qurbaniyên Şiî Ereb bike armanc.

Wê çiqasî ji bo ronîkirinê alîkar be nizanim, lê divê bi lez lijneyek  di navbera Iraq, Tirkiye û Hikûmeta Heremê de bê lidarxistin û bûyerê vekole û delîlê bi dest bixe ji raya giştî re parve bike.

Ger pêkan e, divê statuya hiqûqî û sazitî ya desthilatiya dayîna tazmînata maddi manewî û adlî ya lijneyê di çarçoveya rêgezên hiqûqa navneteweyî de hebe.” 

Aydin Altaç: “Ne pêkan e têkilî di navbera operasyona gengaz a Tirkiyê li dijî Rojava û ya Duhokê de hebe. Lewre bûyera Duhokê li hemberî sivîlan hatiye kirin. Lêbelê ji bo operasyona gengaz a Sûriye û Rojava, sedemên cuda nîşan dide.

Ancax ev bûyer neyê ronîkirin, dibe ku destê Tirkiye ji bo operasyonên gengaz ên li Iraq, Sûriye û Rojava zeîf bike. Herwiha dibe ku Rûsya, Îran, Iraq û Sûriye cihê tevgera Tirkiyê teng bike yan jî asteng bike.

Her kê ev êrîş pêk anîbe, armanca wan çi be jî divê Tirkiye bi bibiryarî her tiştê dikeve ser xwe bike.