image

PeyamaKurd -  Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1409 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1409 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 541 kes li Hewlêrê, 396 kes li Silêmaniyê, 285 kes li Duhokê, 107 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 79 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1534 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 400 kes li Hewlêrê, 550 kes li Silêmaniyê, 475 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 49 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.

Li Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiya koronayê ve hejmara pêketiyan gihîşt 347253 kesan, ya mirinan bûye 6089 kes û heta niha 320485 nexweş jî baş bûne.