image

PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li navça Çomanê li Çiyayê Mamerûtê di encama lêdana birûskê de 2 pêşmerge birîndar bûn. Rêvebirê tenduristiyê yê Çomanê Dr. Ahmed Hesen ji bo K24 ê ragihandiye ku tîmên tenduristiyê şandine çiyayê Mamerûtê lê bi zahmetî xwe gihandine her 2 pêşmergeyan ji ber berf zêde bariyaye û rê girtî bûye. Dr. Ahmed Hesen weha gotiye:

“Her dû Pêşmerge di şokê de bûn. Niha me wan şand Qesrê. Piştî mudaxeleya ewilî ya tenduristiyê, dê wan bibin Soranê da tedawiya wan bikin.”

Hat ragihandin ku her dû Pêşmerge di yekîneyên Sîdekan de wezîfedarin.