image

PeyamaKurd – Hevserokên şaredariya Yenişehira Diyarbekirê tevî di şûna wan de, wezareta karên hundir ya Tirkiyê qayyûm danîbû û wan ji ser karên wan daxistibû, di ser de, ji hinek mijaran jî di derbarê wan de li dadgehan doz vekiribûn.

Li Diyarbekirê bi sedema hevseroka şaredara Yenişehirê Belgin Diken di çalakiyan de li pey fermana rêxistinê çûye û ketiye nav tevgeran, dadgehê 6 sal û 3 mehan ceza lê birî. Li dadgehê Belgin Diken û parêzera wê Feride Laçin amade bû.

Laçin ragihand ku tevgerên Diken di çarçoveya ku destûra Tirkiyê îznê daye kiriye û ne bi fermana rêxistinê kiriye. Tevî parastina parêzer jî dadgehê 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Dadgeh her weha biryarê da ku kontrola edlî ya Belgin Diken dewan bike.