image

PeyamaKurd – Şêx Seîd û hevalên wî 97 sal berî niha li Qada Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê hatin bidarvekirin û heta niha jî cihê gorên wan nayên zanîn.

Serhildana Şêx Saîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5ê Sibata 1925an de destpê kir. Di Gulana 1925an de serhildana Şêx Saîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiklalê de, ji bo bi sedan kesan biryara sizadana bidarvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiklalê ya Diyarbekirê, di 29ê Hezîrana 1925an de, ji bo Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî jî biryara bidarvekirinê da. Biryara dadgehê roja din li Qada Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê hat bi cih anîn. Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin bidarvekirin.  

Li ser bidervekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî re 97 sal derbas bûn. Cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hîn jî nehatine aşkerekirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tune ye. Hemû hewildanên malbat û yên siyasetmedarên Kurd ên ji bo dîtina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên, bê encam mane.

97 sal li ser darvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî re debas bûn: Em wekî malbata PeyamaKurd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi giramî bibîr tînin. Cihê wan bihuşta baqî be.