
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna ligel nûner û konsulên welatan, derbarê rêkeftina navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de daxuyanî dan.
Cotyar Adil got, “Dostên Herêma Kurdistanê her dem li gel wê yekê ne ku destûr û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, wek xwe bên bicihkirin.”
Adil di civîna rojnamevanî de got, îro Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah di civînê de, kurteyek li ser gera danûstandin û kêşeyên derbarê pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêşkêş kir.
Cotyar Adil da zanîn, wan tekezî li ser wê yekê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi rêkeftina siyasî ya bi hikûmeta Iraqê re û berdewam e jî li ser guftûgo û danûstandina ligel hikûmeta Iraqê.
Adil destnîşan kir, ew di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser bicihkirina rêkeftina di navbera xwe de rijd in.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizeyî, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omêd Sebah û Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil, îro 30yê Gulanê li Hewlêrê ligel Konsul, ofîs û nûnertiyên welatên biyanî civiyan û li ser madeyên 13 û 14 yên taybet bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya Iraqê de û gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser mafên darayî axivîn.