
PeyamaKurd – Agir li dibistana kampa Til El-Semin a koçberên Girê Spî li başûrê rojhilatê Eyn Îsa derket û di encamê de, 9 zarok û rêveberê dibistanê birîndar bûn.
Zanyarî diyar dikin, agirê sobeyê avêtiye beşek konekî perwerdeyê û şewitî ye û di encamê de 9 xwendekar û Rêveberiyê Dibistanê yê bi navê Ehmed Mistefa birîndar bûne.
Herwiha ji birîndaran 5 kes rakirin nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a Eyn Îsayê û yên din li jî rakirin nexweşxaneyên Reqayê.
Navên 7 xwendekarên birîndar bûne hatine zanîn: Şiyar Ismet Xelîl, Înas Xelîl, Viyan Ednan, Emar Muslim, Yusif Şerîf, Mîdye Elî, Mîrkan Ehmed Ebdulqadir û Daniyêl Derwîş.
Kampa Til El-Semin piştî êrîşa Tirkiyê ya Cotmeha sala 2019an li ser Girê Spî û Serê Kaniyê û koçberbûna xelkê wê hatiye avakirin, heta niha xelk di çadiran de dijîn, rewşa wan gelekî xerab e.