image

PeyamaKurd – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê diyar kir, şeva borî 2 moşek li navendeke Hêzên Hevpeymanên Navdewletî li dijî DAIŞê yê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ketine.

Li gor Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemiyê 26ê Mijdara 2022an bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Şeva borî di saet 22:31an de, 2 moşek li baregeha hêzên Hevpeymanên a li Şedadî ya Sûriyê ketine.”

CENTCOMê herwiha eşkere kir, baregeha ku hatiye moşekbarakirin bingeheke perwerdeyê bû û di êrîşê de tu ziyanek çênebûye.

CENTCOMê destnîşan kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çûne cihê avêtina moşekan û "moşeka sêyem ya neteqiyayî" dîtine lê cihê avêtina moşekan diyar nekirin.

Herî dawî Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino li ser êrîşê da zanîn, “Êrîşên bi vî rengî metirsiyê dixe ser hêzên hevpeymanan û sivîlan, ewlehî û aramiya ku bi zehmetî hatiye bidestxistin dixe metirsiyê.”

Li gor zanyariyan, heta niha tu aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.