image

PeyamaKurd – Şanda Wezareta Pêşmerge di serdana xwe ya Amerîkayê de bi Wezaretên Berevanî û Karên Derve, Kongres û Koşka Spî re civiya û ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Hêzên Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê serdana Washingtonê kir.

Li gor Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê da zanîn, liv û tevgerên DAIŞê hîn jî mane û alîkariyên wan ji bo Pêşmerge didomin. Wezîrê Pêşmerge jî diyar kir: “Amerîka û welatên Ewropayê pêdagirî li ser çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û pêkanîna hêzeke Kurdistanî dikin.”

Serê hefteyekê ye şanda Wezareta Pêşmerge li Amerîkayê ye û bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge serdana Wezareta Berevaniyê û Kongresê kiriye û biryar e serdana Wezareta Karên Derve û Koşka Spî jî bikin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman bi navê Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê û kompaniyên Amerîkî kir, ku di rewşên dijwar de dost û piştevaniya rasteqîn a Herêma Kurdistanê ne.

Beyan Samî Ebdurehman eşkere kir: “Em şanaziyê dikin bi hevkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Pêşmergeyên me li sînorekî hezar kîlometre berevanî kir, ku xeta berevaniya li dijî DAIŞê hebû. Loma Kurdistan bû penageheke aram ji bo hemû wan kesên ji destê teror û tirsînê ji deverên xwe direviyan.”

Di berdewamiyê de got: “Ez bi navê Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî spasiya hemû wan Amerîkiyan dikim ku alîkariyên xwe gihandin Herêma Kurdistanê, her ji gelê Amerîkayê ve heta Wezareta Karên Derve û Kongres û Koşka Spî û Wezareta Berevaniyê. Pêwendiyên me ji bilî serbazî, abor û çandî ne. Em spasiya jûra bazirganî û kompaniyên Amerîkî dikin, ji şerê DAIŞê ve heta niha, tevî qeyran û kêşe û astengiyên cuda, hîn jî li Herêma Kurdistanê ne.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî destnîşan kir, şerê DAIŞê bi dawî nebûye û ligel Amerîka û Hevpeymanan şerê paşmahiyên DAIŞê dikin. Proseya çaksaziyê jî li Wezareta Pêşmerge berdewam e.

Şoriş Îsmaîl da zanîn: “Hevbeşiyeke me ya stratejîk heye, Pêşmerge, Artêşa Iraqê, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi hev re xîlafeta sexte ya DAIŞê têk bir. Çima ev hevpeymanî hîn jî girîng e? Çimkî şerê dijî DAIŞê hîn jî bi dawî nebûye. Bi hevkariya Amerîka û hevpeymanên wê, em di şerê dijî paşmahiyên DAIŞê de berdewam in, ji wê jî girîngtir, em di proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge de berdewam in.

Herwiha Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn soza berdewamiya alîkariyên welatê xwe ji bo Pêşmerge da û diyar kir, yek ji wan destkeftana ku divê em şanaziyê pê bikin, proseya çaksaziya profesyonel a Wezareta Pêşmerge ye.

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Hevpeymaniya navbera hêzên me û hêzên Pêşmerge demdirêj û pêwîst e, li ser bingeha dijayetîkirina dîktator û terorîzmê ye. Min têbînî kiriye, wezîrên berevaniyê yên Amerîkayê berdewam serdana Hewlêrê dikin, çimkî girîngiya hevpeymaniya bi Pêşmerge û Hikûmeta Herêmê û xelkê Kurdistanê fêm dikin.”

Herî dawî Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê da zanîn, her çiqas DAIŞ niha xakek di destê wê de tine ye, lê belê şiyana wê ya kiryarên terorîstî heye, loma Amerîka berdewam dibe di piştevanîkirina Pêşmerge de.