image

PeyamaKurd - Wekîlê Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Rehêl Fereydûn ragihand ku biryare Amerîka derziya vîrusa koronayê ji bo 31 hezar Pêşmerge dabîn bike.

Dr. Rehêl Fereydûn ji K24ê re daye xuyakirin: “Li gor zanyariyên rêveberiya tenduristiya Pêşmerge li Hewlêrê, ji aliyê Amerîkayê ve vaksîn ji bo 31 hezar Pêşmergeyê Lîwayên hevbeş dê bê dabîn kirin.”

Fereydûn diyar kir: “Ew derzî cureya Pfizer e ku ji bo herêma Kurdistanê hatibû şandin, lêdana wê li Hewlêrê temam bûye û sibe li Silêmanî û Koye li ser hemwelatiyan dest bi lêdana wê tê kirin. Derziya AstraZeneca jî bi dawî dibe, demek nêzîk de çend karwanên din ên derziyê wê bigihin Iraq û herêma Kurdistanê.”

Dr. Rehêl Fereydûn eşkere kir: “Li gel şirketa Sinofarm em di peyvendiyê de ne, ji bo em peymanê li gel wan çêbikin û rasterast derziyê bînin herêma Kurdistanê ku pêngavên pêwîst me avêtine ji bo rêkarên yasayî.”