image

PeyamaKurd – Fermandarê Amerîkayê yê Hêzên Navendî yê CENTCOM ê orgeneral Kenneth F. McKenzie bo Rûdawê ragihandiye ku bo hûzûra Qamîşloyê çi pêwist be amade ne ku bikin.

McKenzie ragihand ku ew dixwazin pirsgirêkên li Qamîşloyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin û behsa HSD ê kir û got ku HSD hevkarekî Amerîkayê yê girîng e.

McKenzie, her weha got ku dê leşkerên xwe yên li deverê biparêzin.

2 rojin ku li Binxetê li navçeya Qamîşloyê di nav hêzên rêvebiriya xweser û hêzên rejîmê de şer û pevçûn heye.