image

PeyamaKurd - Berpirsê Mihwera Germesêr a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mehmûd Sengawî li ser valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî di navbera hêzên wan û hêzên Iraqê de ku şeva 1ê Gulanê terorîstên DAIŞê êrîşên xalên Pêşmerge li Pirdê kiribûn axivî.

Sengawî got, artêşa Iraqê li şûna kontrolkirina deverên DAIŞê, dixwaze deverên hêzên Pêşmerge kontrol bike.

Mehmûd Sengawî li ser mijara valahiya ewlehiyê û nebûna hemahengiyê ligel hêzên artêşa Iraqê wiha axivî:

“Me ji ber artêşa Iraqê nekariye hemû navçeyê kontrol bikin û hêza artêşa Iraqê jî nîne navçeyê kontrol bike. Hemahengî heye tenê bi gotinê. Ew zêdetir dixwazin bên deverên ku hêzên me lê ne kontrol bikin, ne ku deverên çekdarên DAIŞê lê ne.”