image

PeyamaKurdArtêşa Iraqê sê cotkarên Kurd li nahiya Sergeran a Kerkûkê desteser kirin.

Li gor zanyariyan, li gundê Pelkane yê ser bi nahiya Sergeran, sê cotkarên Kurd ên bi navên Dilêr Ehmed Sadiq, Wişyar Ehmed Sadiq ku birayên hev in, ligel kurekî Dilêr yê bi navê Mihemed, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin desteserkirin û dest bi ser traktora wan hat danîn.

Kesûkarê wan cotkaran diyar kirine, sedema desteserkirina wan cotkirina zeviyên xwe ye ku çend meh in li cotkarên Kurd ên li wî gundî hatiye qedexekirin.

Herî dawî diyar kir, ji bo lêpirsînê, cotkarên Kurd şandine binkeya polîsê Sergeranê û sozname bi wan hatiye îmzekirin ku careke din zeviyên xwe cot nekin.