image

PeyamaKurd Artêşa Tirkiyê êrîşî Til Temirê kir, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da û di encamê de çekdarek hat kuştin û gelek birîndar bûn.

Piştî çend saetan ji ragihandina HSDê ya serkeftina li dijî çekdarên DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê êrîşî Til Temir kirin.

Çekdaran êrîşên bejahî li ser gundê Til El-Leben ê başûrê rojavayê Til Temirê pêk anîn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan da û di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê de, çekdarek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Herwiha şer di navbera çekdar û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de heta derengiya şevê berdewam bû.