image

PeyamaKurd –  Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên Tirkiyê navendeke wan li bajarokê Zirganê topbaran kirine.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye, êvara roja Sêşemê 4ê Cotmeha 2022an artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê, malên welatiyên sivîl û navendeke Hêzên Ewlehiya Hundirîn topbaran kirine.

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi zirarên topbaranê nekiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, li beramber vê topbarana bêserûber û siyaseta koçberkirinê ya ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, Civaka Navdewletî bêdeng maye.