
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kongra YNKê hat lidarxistin û di encamê de kurê Mam Celal Talabanî, Bafil Talabanî piraniya dengên delegeyên kongrê sitend û bû serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK). Kongra 5em ya YNKê li salona Henarê Huner çêbû.
Di kongrê de 600 delege hebûn û wekî mêvan serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nûnerên partiyên siyasî yên Iraqê û serokên tevgeran hebûn. Li gor medya YNKê; piştî nîvro hilbijartina serokê partiyê hat kirin û Bafil Talabanî bû serokê YNKê.
Di kongrê de bi sedema rola wan ya di dîroka YNKê de, hevjîna Mam Celal Hêro İbrahim Ahmed û Kosret Resûl weka remza partiyê ya ‘Remza Bilind ya YNKê’ hatin ragihandin.
YNK di sala 1975an de li bajarê Şamê bi serokatiya Mam Celal hatibû damezrandin.