image

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di civîna roja Yekşemê 23yê Çile ya partiya xwe de, ragihand ku namzedê wan ê serokomariya Iraqê serokomarê niha Behrem Salih e.

Piştî civîna YNKê ku hilbijartinên serokomariya Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin daxuyaniyeke nivîskî hat belav kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokê YNKê Bafil Talebanî hatiye belavkirin de hat gotin ku posta serokomarê Iraqê mafê YNKê ye.

Hat ragihandin, “Encûmena Bilind a YNKê wê ji bo serkeftina Berhem Salihn çi destê wan bê seferber bikin.”