image

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê diyar kir, kompanyayên Rûsî li Herêma Kurdistanê di karê xwe de berdewam in. Em hêvîdar in carek din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”

Balyozê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Robin ji K24ê re daye zanîn, kompaniyên Rûsî li Herêma Kurdistanê li ser karê xwe berdewam in, rawestandina hinardkirina petrol jî bandor li ser karê wan kompaniyan kiriye.

Robin eşkere kiriye, Iraq û Tirkiyê ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê di nava gotûbêjan de ne.

Balyozê Giştî yê Rûsyayê destnîşan kiriye, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê gelek bihêz û pêbawer in.

Herwiha gotiye: “Rawestandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê, bandor li ser karê her du kompanyayn Rosneft û Gazpromê kiriye, lê ew berdewam kar dikin. Ji ber rawestandina hinardekirina petrol, berhem kêm bûye, lê ne sifir e.”

Di berdewamiyê de daye zanîn: “Planên kompaniyên Rûsî hene ku li Herêma Kurdistanê kar bikin. Em hêvîdar in carek din hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, lê ev yek girêdayî danûstandinên di navbera Tirkiye û Iraqî de ye.”

Herî dawî tekez kiriye, têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de, gelek bihêz û pêbawer in û me dîrokeke erênî ya dirêj heye, hevkarî, hevahengî û dostaniya me di navbera wan de heye.

Weke tê zanîn, ji 25ê Adarê vir ve hinardekirina petrol Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, texmînî Iraqê 6 milyar dolar ji hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ziyan dîtiye.