image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Îlonê roja Pêncşemê li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Mitja Leskovar kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Balyozê Vatîkanê bi navê dewleta Vatîkanê bi tundî êrîşa komara Îslamî ya Îranê li ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û sersaxî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ji bo qurbaniyên êrîş û bombebaranê.

Di civînê de, Balyozê Vatîkanê pêzanînên xwe ji bo pêgeh û rola Serok Barzanî ya di xebata gelê Kurdistanê û pêkanîna aştiyê de nîşan da û tevî nîşandana pêzanînên xwe ji bo kultûra pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê, spasiya gelê Kurdistanê kir ku di rojên dijwar de hembêza xwe ji bo bi sed hezaran aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda û bi taybetî ji bo Krîstiyanan vekiriye.

Serok Barzanî bal kişand ser kûrahiya ferhenga pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê û tekez jî kir ku gelê Kurdistanê di pêşvebirina vê ferhengê de berdewam dibe û eger çend dengên ji bo dijayetiya pêkvejiyanê hebin jî, ew deng ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayên pesendkirin.

Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de danûstandina fikr û ramanan hat kirin û Serok Barzanî destnîşan kir ku divê kêşeyên Iraqê li ser bingeha gotûbêj û destûrê werin çareserkirin.

Herwiha Balyozê Vatîkanê spasiya gelê Kurdistanê û saziyên Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û mazûvaniya cenabê Papa kir û diyareke taybet jî pêşkêşî Serok Barzanî kir.