image

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê, îro 21ê Mijdarê bi hinceta ku di şerê Îsraîl-Hemasê de, li Xezeyê xalên 6,7 û 8 ên Statuya Romayê binpê kirine, li Dadgeha Navdewletî ya Cezayê doz li Serokwezîrê Îsrailê Binyamîn Netanyahû û kesên destê wan di tawanan de heye kir.

Baroya Diyarbekirê ragihand, “Baroya me; li ser êrîşên berdewam ên ser Filîstînê bi hinceta ku xalên 6,7 û 8 ên Statuya Romayê yên ‘Komkujî’ û ‘tawanên dijî mirovahiyê’ hatine binpêkirin, li Dadgeha Navdewletî ya Cezayê doza gilî li Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û gumanbarên din ên werin tesbîtkirin, vekiriye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî çend roj berê ragihandibû ku ew dê bi tevlîbûna bi hezaran parêzeran ji ber êrîşên ser Xezeyê doza gilî li Netanyahû û Îsraîlê li Dadgeha Navdewletî ya Cezayê vekin.