image

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo şewata li daristanên di navbera qezaya Dîcle û parêzgeha Xarpêtê de ya 10 roj in nehatiye vemirandin, doz li dadgehê hatiye vekirin.

Baroya Diyarbekirê ragihandiye, heta niha agirê li wan cihan nehatiye kontrolkirin û ji ber ti hewldanên cidî bo vemirandina agir tune ne û wan li Serdozgeriya Giştî ya Komarî ya Dîcleyê li dijî aliyên pêwendîdar doz vekiriye.

Baroya Diyarbekirê diyar kir, “Ji bo destnîşankirin û sizadana ew kes/kesên ku bûne sedema agirpêketina li daristanên qezaya Dîcleyê ku heta niha nehatiye kontrolkirin, herwiha ji ber ew dengoyên ku di medyayan de hatine belavkirin û dibêjin, hewldaneke cidî ji bo kontrolkirina agir tune ye, li Serdozgeriya Giştî ya Komarî ya Dîcleyê, dozeke yasayî li dijî aliyên pêwendîdar hatiye vekirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, heta dosyeya şewata li daristanan li dadgehê biryar li ser neyê dayîn, ew dê wê qonaxa nû ya yasayî ku hatiye destpêkirin bişopînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber wî agirê ku nehatiye vemirandin ziyaneke mezin gihîştiye deverên çiyayî yên herêmê ku hîn asta wan ziyanan nehatiye tespîtkirin.