image

PeyamaKurd – Heta niha ji ber barîna berfa zêde û rewşa xerab a hewayê li bajar û gundewarên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rêyên bi hezaran niştîngehan hatine girtin û bandoreke zêde ya zivistanê li ser xelkê çêbûye.

Li gelek bajarên Kurdistanê perwerdehî rawestiyaye û dibistan ketine bêhnvedanê û herwiha ji ber girtina rêyan jî bi hezaran welatî tevî otomobîlên xwe asê mane û gelek bûyerên trafîkê jî rû didin ku ew jî dibin sedema mirin û birîndarbûna xelkê.

Ji ber barîna berfa zêde ya li bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji doh 18ê Çile ve li bajarê Diyarbekir, Dîlok, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Mêrdîn û çend bajarên din dest pê kiriye û ji ber girtina rêyan bi hezaran kes asê mane ku bi taybet jî li bajarê Dîlokê nêzî 24 saetan welatî di otomobîlên xwe de li ser rêyan asê mane.

Herwiha ji doh ve pêleke barîna berfê li bajarên Efrîn, Kobanê û hin navçeyên Cîzîra Rojavayê Kurdistanê jî dest pê kiriye û li wan deveran jî rêyên hin gund û navçeyan ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Îro ji beyaniyê ve li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Heseke, Qamişlo, Amûde û Dirbêsiyê barîna berfê dest pê kiriye û pileya germê jî daketiye bin sifirê.