image

PeyamaKurd – Civaknas û rewşenbîrê Tirk û dostê dêrîn ê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî diyar dike, Mesûd Barzanî serokekî Kurdan e ku berjewendiyên Kurdan û xelkê Kurdistanê diparêze. Herwiha dibêje, Bihêzbûna PDKê deskeftiyeke mezin e ji bo hemûyan.

Îsmaîl Beşîkçî ji malpera KDP.info re eşkere dike: “Dema em berê xwe didin rewşa Kurdan ya di 60 salên borî de, em dibînin ku vî miletî gelek destkeft di van salan de bidest xistine, lê dema em berê xwe didin quraniyên vî gelî em dibînin ku destkeftên wan ne li gorî qurbaniyên wan in. Niha li Herêma Kurdistanê rêveberiyek heye ku destkefteke pir mezin e û divê Kurd ji bo navçeyên xwe yên ku hatine veqetandin bi israr bin.”

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî Beşîkçî destnîşan dike: “Gerek Kurd bibin yek û pêkve ber bi hilbijartinan ve biçin, ew jî ji bo ku Kurd li Bexdayê bihêzî nûnertiya xwe bikin.”

Îsmaîl Beşîkçî dibêje, Mesûd Barzanî serokekî Kurdan e ku berjewendiyên Kurdan û xelkê Kurdistanê diparêze. Herwiha diyar dike, piştgîriya Kurdan ji bo Serok Mesûd Barzanî ji aliyekî û ji aliyekî din ve bihêzbûna PDKê qazanceke mezin e ji bo hemûyan.