image

PeyamaKurd – Li Dêrsimê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tifaqa hilbijartinên şaredariyê ji bo navendê û navçeyan hate ragihandin.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin, DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Eniya Ked û Azadiyê (EOC) û Partîzanê ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31ê Adarê li Dêrsimê tifaq çêkirine.

Hate ragihandin ku wê tifaqa hilbijartinên şaredariyê hem ji bo navenda bajêr be, hem jî ji bo şaredariyên navçeyan be.

Hêjayî gotinê ye, heman partî û pêkhatiyên di tifaqê de cî digirin, beriya niha bêyî DEM Partiyê tifaqa hilbijartinê ragihandibûn, lê paşê DEM Partî jî tê de beşdar bûbû.