image

PeyamaKurd – Di operasyona ku navenda wê bajarê Kurdistanê bajarê Bedlîsê bû, hêzên asayîşê li 9 bajaran operasyona fînansa rêxstinê kirin û di encamê de 88 kesan xistin binçav. Ji 88 kesan 46 kes ji terefê dadgehê de hatin şandin ji bo zîndanê.

Serdozgeriya bajarê Bedlîsê operasyonê meşand û li 9 bajaran avêtin ser 113 navnîşanan. Operasyon ji terefê MİTê, emniyet û cendirmeyan de hat kirin. Navnîşanên ku avêtin ser wan li Bedlîsê 44, li Wanê 23, li bajarê Sêrtê 15, li îstenbolê 23, li Mersinê 2, li Mûğlayê 2, li Adanayê 2, li Mêrdînê yek û li Düzceyê yek in.

Di lêgerîna navnîşanan de 6 demançe, 5 jarjûrên demançê, fişekên demançan, tivingên nêçîrê û hinek alavên dîjîtal hene ku ketine dest.