image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, piştî îstîfayên wezîrên kabîneyê bersiva bangên karvekêşanê û hilbijartina pêşwext da.

Johnson li Kamaraya Avam bersiv da pirsên aliyên opozîsyonê û got, ew dê di erka serokwezîrtiyê de berdewam bike û îstifa nake.

Johnson got ku heger wî bizaniya hikûmet nikare dewam bike û piştevaniyeke baş nade gelê Ukraynayê, dê îstifa bikira.

Li ser banga hilbijartina pêşwext a Serokê Koma Partiya Netewî ya Skoçyayê Ian Blackford jî Boris Johnson da xuyakirin ku wê hilbijartina pêşwext xetayeke netewî be.

Hêjayî gotinê di nav du rojên dawî de, 4 wezîr û 21 karmendên hikûmeta Brîtanyayê îstifa kirin ku krîzeke siyasî li welêt rû daye.