image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya sê rojî ya Brîtanyayê de, îro derbasî ofîsa serokwezîrtiya Brîtanyayê bû û ji aliyê Serokwezîr Boris Johnson ve hat pêşwazîkirin.

Boris Johnson li ofîsa serokwezîriyê ya avahiya hejmar 10 a Downing Streetê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir û herdu serokan ji ber rêkarên taybet ên koronayê bi enîşkên xwe silav dan hev.

Piştî pêşwazîkirinê Johnson û Nêçîrvan Barzanî derbasî ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê ku ala Kurdistanê jî hatibû bicihkirin bûn û civîna wan dest pê kir.

Li gorî zanyariyan Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson mijarên wekî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de, şerê li dijî terorê û geşedanên dawî yên li Iraq û herêmê gotûbêj dikin.