image

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser êrîşa terorîstên DAIŞê ya li girtîgeha Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, êrîşa DAIŞê ji bo cardin xwerêxistinkirina çekdaran hewldaneke nezok e.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê de hat eşkerekirin, Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dibe di alîkarîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de û êrîşên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê jî îsbat dike ku gefa DAIŞê hîn jî didome.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê destnîşan kir; êrîşa DAIŞê li ser zindana Xiwêran, ji bo cardin xwerêxistinkirina çekdaran hewldaneke nezok e.