image

PeyamaKurd – Buhira Tendûrekê ya ku dikeve navbera navça Çildêran a (Çaldıran) bajarê Wanê û navça Bazîda Agiriyê, bi sedema berfê û bahozê ji çûn û hatina erebeyan re hat girtin. Ragihandin ji terefê rêvebiriya giştî ya rêyên bejayiyê de hat kirin.

Li bajarê Wanê duhî bi şev firtûne dest pêkir û îro di temamê rojê de dewam kir. Li bilindahiya deverên bajêr berf bariya. Ji ber barîna berfê rêvebiriya giştî ya rêyên bejajiyê ya Tirkiyê (TCK) di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Rêya dewletê ya navbera Agiriyê-Wanê, Buhira Tendûrekê bi sedema berfê û bahozê ji bo erebeyan hatiye girtin.”