image

PeyamaKurd- Piştî ku şandeya HDPê bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevdîtinek pêk anî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û got ku Ji bo yekîtiyê em pir dereng man.

Şandeya HDPê ya ku tê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û parlamenterên HDPê Osman Baydemîr, Feleknas Uca, Bedran Ozturk û Îmam Taşçier hebûn, duh li Hewlêrê bi Partiya Komunîst a Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî hevdîtinê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî got ku hevdîtinên me pir erênî bûn. Armanca me ew e ku em yekîtiyekê di nava Kurdan de pêk bînin. Mixabin me fêhm kir ku ji bo yekîtiyê em pir dereng mane. Buldan wiha berdewam kir:

“Îro li ser gelê Kurd gelek zordarî û zordestî hene. Li her derê zilm û qirkirin li Kurdan tên kirin. Ji ber vê yekê, divê berî gavekê em yekîtiya xwe pêk bînin. Di despêkê de Kerkûk û piştre jî Efrînê nîşan da ku hê jî li dijî Kurdan şerê qirêj wê bidome. Divê êdî polîtîkayên ji bo tinekirina Kurdan bêne sekinandin.

Me wekî HDP her dem û li her derê aşîtî û azadî parast û ji vir pêde jî em ê vê siyaseta xwe bidomînin. Divê ku li Tirkiyê jî pêvajoya aşîtiyê careke dî dest pê bike û tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Tecrîda li ser Ocalan li Tirkiyê û Rojhilata Navîn encamên gelekî xirab dan. Ne tenê Tirkiye, hemî Rojhilata Navîn hewceyî aşîtiyê ye.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kawa Mehmûd jî got ku divê di nava Kurdan de yekîtiyek were avakirin û ji bo vê yekê jî gavên berbiçav zû werin avêtin.