image

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk, îro 26ê Gulanê li Diyarbekirê ji bo piştgiriya gera duyem a hilbijartina serokomariyê bo namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Pervîn Buldan di civînê de banga çûna ser sindoqan kir û got: “Mesele ne Tifaqa Millet an jî birêz Kiliçdaroglu ye; em tenê wek pêşeroja Tirkiyê li meseleyê dinêrin û em dengên xwe ji bo pêşeroja Tirkiyê didin. Ez careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikim ku sindoqan biparêzin û dengê xwe bidin.”

Buldan diyar kir ku, ew jî weke gelê Kurd ji gotinên netewperestiyê aciz in û dilê wan maye û wiha pê de çû: “Eger Erdogan û AKP careke din bi ser bikevin, wê civaka Tirkiyê bê nefes bimîne. Ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim. Ji ber wê jî em dibêjin divê Erdogan biçe.”

Ahmet Turk jî bal kişand ser ku ‘Di van demên dawî de nîqaşên netewperestî di nav gelê me de dilşkestin çêkiriye’ û wiha got:

“Em êşa guherîn û veguherînê dijîn. Helbet tercîha me ne li ser kesan e. Em ji bo siberoja gelê Kurd, siberoja Tirkiyeyê têdikoşin û li gorî vê yekê tercîha xwe dikin. Li vir ez dixwazim bi taybetî jî vê peyamê bidim gelê me û ciwanan. Qet neyên xapandin, protestokirin û neçûna ser sindoqan di berjewendiya Erdogan de ye. Bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan.”