image

PeyamaKurd - Li navçeya Şiyê ya Efrînê çekdarên bi ser Tirkiyê ve, berhemên 400 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd talan kirin.

Rêxistina Mafên Mirov – Efrîn ragihandiye, koma bi navê Emşat a ser bi Tirkiyê, roja Çarşemê 13ê Cotmeha 2021an, berhemên 400 darên zeytûnan ên welatiyekî Kurd, li gundê Erendê li navçeya Şiyê talan kirin.

Hat diyarkirin çekdaran berhemên 400 darzeytûnên welatiyê Kurd (Henîf Mistkêlo) ên li gundê Erendê yê Şiye talan kirine û dizîne.

Herwiha roja Yekşema borî jî 80 koçberên hawirdekirî bi piştgiriya çekdaran li gundê Erendê û li bajarokê Şiyê gelek berhemên zeviyên çandiniyê talan kirine û dest danîne ser guvaştekên zeytûnan.