image

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, welatiyekî Kurd li Racoya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtin.

Polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, roja 9ê Gulanê li Efrînê li gundê Kawinde yê Nahiya Raco, welatiyê bi navê Remzî Bekir piştî vegera wî ji Helebê girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hat zanîn, Remzî Bekir şofêrê xeta Heleb- Şamê bû, ji ber şer dest ji wî karî berdabû û berî mehekê ji Helebê vegeriyabû gundê xwe.