image

PeyamaKurd – Cenazeyên endamên malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê ji aliyê nijadperestên Tirk ve hatin qetilkirin, piştî nimêja esrê li Goristana Saraçoglû bên veşartin.

Li Taxa Hasankoy a girêdayî navçeya Meram a Konyayê, do li dijî malbata Kurd a ji Qersê Dedeogûllari êrişa nijadperest pêk hatibû û 7 kes ji malbatê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên Yaşar, Bariş, Serpîl Serap Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogûllari, do bi şev ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. 

Li gor zanyariyan, serê sibê dest bi otopsiya cenazeyan hatiye kirin. 7 cenazeyên malbata Dedeogûllari, wê îro piştî nimêja esre li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê bên veşartin.

Herwiha malbata Dedeogûllari ji do bi şev ve li ber nexweşxanê ye û li bendê ne ku cenazeyê xwe bigirin.