image

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê ya Amerîkayê ragihand ku balafira Îranê ya bêmirov ku ber bi Hewlêrê de diçû, xistine xwarê. Fermandariya hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOM li ser êrîşên Îranê yên ser bajarên Silêmaniyê, Kerkûk û Hewlêrê daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de got ku hêzên Amerîkayê balafirekî bêajotvan ku ber bi Hewlêrê de diçû xistiye û weha dewam kir:

“Siet di 14.10 an de balafira bêajotvan ya Îranê ku ber bi Hewlêrê de diçû me xist. Ew balafir di heman demê de ji bo me jî xeter bû.

Di daxwuyaniyê de her weha êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê hat şermezarkirin û hat gotin ku êrîşên weha îstîqrara sîvîlan û herêmê dixe talûkê û di encamê de kes ji xebatkarên Amerîkayê birîndar nebûye.

Artêşa Îranê îro serê siba li Hewlêr, Silêmaniye û Kerkûkê baregehên HDK-İ, Komele û PAK ê bi fuzeyan kir armanc, di encamê de 9 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 32 kes birîndar bûn.

Kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane Zagros Muhsin, Hacer Zerge, Milad Pursaheb, Rihan Kenanî, Muhammed Xelili, Şerko Berteni û Mam Zana ne.