
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandên şandeke Kompaniya Petrola Iraqê (SOMO), Wezareta Petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine û biryar e di demeke nêzîk de hinardeya petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê dike.
Jêderekî ji SOMOyê ragihandiye ku şandeyan ji nêzîk ve ligel aliyên Tirkiyê serdana boriya petrolê kirine da ku careke din petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin.
Li ser dema destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê jî hate gotin ku di demeke nêz de Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek ceribandin petrolê di riya boriyê re hinarde dike.
Ji bo destpêkirina hinardeya petrolê Kompanyaya SOMO ya Iraqê, kompanyaya Botas a Tirkiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîne.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî got ku danûstandinên tîmên teknîkî yên derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi pêş ketine.
Li aliyê din Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayrakdar hefteya borî ragihandibû: "Xeta borîyê ji aliyê teknîkî ve amade ye û em xwe amade dikin ku hinardekirina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin.”