image

PeyamaKurd – Di pêşbirka laşciwaniyê ya li Brîtanyayê de, ciwanekî Kurd ê bi navê Ehmed Sîdo ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, bû yekem. Sîdo di derbarê serkeftina xwe de diyar kir: “Ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”

Ehmed Sîdo yê ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê, di pêşbirka laşciwaniyê ya li bajarê Newcastleê ya Brîtanyayê de birêveçû, bû yekem.

Ehmed Sîdo yê 24 salî ku ev 7 sal in li Brîtanyayê dijî, heta niha beşdarî gelek pêşbirkan bûye û gelek xelat sitendiye.

Herwiha Sîdo diyar kiriye ku divê ji bo laşciwaniyê diyeteke baş bê kirin û xwarinên rast bên xwarin û gotiye: “Eger xwarin baş be, êdî her tişt li pey tê. Hêk, birinc û goşt gelekî baş in. 1-1.5 saet beriya razanê divê tiştek neyên xwarin, ji ber ku wexta mirov razê li ser mîda mirov dimîne.  14-16 hefte ji bo qehremaniyê pêwîst in.”

Ciwanê Kurd di berdewamiyê de destnîşan kiriye, armanca wî ew e ku beşdarî pêşbirkên navnetewî bibe û ala Kurdistanê hilde û wiha berdewam kiriye: “Ez dixwazim werim Hewlêrê jî. Eger ez bigihîjim olîmpiyatan, ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”