image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1074 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê îro 18ê Nîsanê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1074 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 284 kes li Hewlêrê, 449 kes li Silêmaniyê, 231 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 78 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 536 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 139296 kesan, ya mirinan bû 3876 kes û heta niha 117452 kes jî baş bûne.