image

PeyamaKurd – Terorîstên rêxistina terorîst DAIŞê şevê din êrîşî du gundên bajarokê Mexmûrê yê Herêma Kurdistanê kirin.

Hat ragihandin ku şevê din terorîstan êrîşî gundên Xidirce û Laweriyan yên Mexmûrê kirin.

Piştî ku terorîstên DAIŞê êrîş kirin xelkê gund û hêzên Pêşmerge bi hev re bersiva terorîstan dan.

Di şerê dijî terorîstên DAIŞê de, destpêkê 3 kes li gundê Xidirce şehîd bûn ku tê gotin her sê jî kurên muxtarê gundê Xidirce ne.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva 2/2/2021ê terorîstên DAIŞê li gundê Xidirce yê nêzîkî çiyayê Qereçoxê ve êrîşî ser çend malan kirin û mixabin di vê êrîşa hovane de şehîd û birîndarên sivîl hene.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hêzên Pêşmerge di demeke zû de ketine pey terorîstan û dest bi operasiyoneke berfire li deverê kirine.”

Herwiha îro danê sibehê hatiye ragihandin ku dema hêzên Pêşmerge bi hawara gundiyan de çûne, bombeyeke DAIŞê ya çandî li gundê Xidirce bi hêzên Pêşmerge de teqiya ku li gorî zanyariyên hatine bidestxistin 7 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûne.