image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson têkildarî operasyona hewayî ya Tirkiyeyê ya li Rojava û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Mafê Tirkiyeyê ye ku li hember êrîşên terorîstî xwe biparêze.

Kristersson li ser pirsa Hevseroka Partiya Keskan Marta Stenevî ya derbarê operasyona ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye destpêkirin û çima Erdogan rexne nekir de got, “Rewşa Bakurê Sûriyê pir aloz e, ji aliyekî ve şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê heye, ji aliyekî ve jî divê were qebûlkirin ku Tirkiye welatekî di bin êrîşên terorê de ye. Herwiha divê bê zanîn ku mafê Tirkiyeyê ye ku li hemberî her cure êrîşên terorîstî xwe biparêze.”

Kristresson wiha berdewam kir: “Terorîzma li Swêdê û kesên ku bi awayên curbecur beşdarî xebatên terorê dibin û fînanse dikin, ne Swêdê, Tirkiye dikin hedef. Me destnîşan kir ku divê Swêd ji wan re nebe wargeheke ewle.”