image

PeyamaKurd – Li navça Xorasana bi ser bajarê Erzeromê jina bi malbata xwe ve çûbû ji bo geryanê, li ser ava Çemê Erezê kurê wê ket ava çem û dê ji bo wî rizgar bike xwe avêt nava avê û ket bet pêlên avê. Jina bi navê Asuman Düztaş a 32 salî dema dît kurê wê yê bi navê Muhammet Lütfi ket avê, ji bo kurê xwe rizgar bike, xwe avêt nava avê.

Dê karibû kurê xwe rizgar bike lê ew bi xwe ket ber pêlên avê û bi avê de çû. Li ser agahdarkirina AFAD ê û tîmên cendirmeyan yên noqavê, bi îtfaiye û tîmên 112 ê yên lezgîn ve çûn ciyê bûyerê.

Piştî demekî karibûn xwe bigihînin cesedê Asuman Düztaş ku di avê de fetisîbû. Cesedê Asuman Düztaş birin morga nexweşxana navça Xorasanê ji bo otopsiyê. Rewşa kurê wê Muhammet Lütfi başe.