image

PeyamaKurd – Li Ankara li dadgeha cezayê giran ya 22an de celsa doza Kobaniyê hebû ku tê de 108 siyasetmedar tên darizandin. Di nav siyasetmedaran de îfadê herî balkêş yê hevserokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş bû. Demirtaş di îfada xwe de ya beşa bi Abdullah Öcalan re têkildar re weha got:

“Musteşarê MİT ê Hakan Fidan xwest bi min re biaxife. Ji min re teklîf kir ku ez bikevim şûna Abdullah Öcalan. Min red kir. Em, em in û Öcalan, Öcalan e. Öcalan hêz û mîsyona wî ya ku bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike heye û em jî aktorên çareseriyê yên parlementoyê ne.

Kesên ku dixwazin me weka terorîstan nîşan bidin hene û bibînin em li ber dîrokê bê guneh derketin. Bila bende nebin ku em paşde gav bavêjin an teslîm bibin.”

Demirtaş gotinên xwe yên li ser piştî hilbijartina 7 ê hezîranê weha dewam kir:

“Piştî hilbijartina 7 ê hezîranê dibêjin: ‘Eger HDP avakirina koalîsyonê qebûl bikira, ev nedihatin serê me’, eger negota em te nakin serokkomar wê van tiştan nehatina serê me’. Erdoğan weha got: ‘Ez mutabaqata Dolmabahçe qebûl nakim.’ Min hêj negotiye ez ê te nekim serok. Pêvajoya çareseriyê qediya yanî çi? Çawa nasnake? Li Dolmabahçe heya rêzkirina kursiyan jî agahî dan Erdoğan. Me got em qebûl nakin û naqede. Em 12 caran çûn, hevdîtinê qebûl nekir. Dema çû derveyê welat got: ‘Me pirsgirêka Kurd xist sarincê.’

Hilbijartina 7 ê hezîranê qediya. Davutoğlu hat seredana partiya me. Me jê re got ku em ji bo koalîsyonê amade ne. Têr nekir û me Celal Doğan şand hevdîtinê. Me got ku hilbijartin qediya, parlemento çêbû û em ji nûh de pêvajoyê bidin destpêkirin. Celal Beg hat û em li oda min ya meclisê rûniştin. Rûyê Doğan sor bû û got ku ji bo min gotinên ku nayên gotin got. Ne heddê ti kesiye ku me tehdîd bike. Me ji kesî re serî dananiye û em ê daneynin.

Dema em diçûn Îmraliyê xwarin dihat. Heya heyeta me dest bi xwarinê nekira, Öcalan ranedikir kefçî. Digot hun kesên hatine hilbijartin û tenê pêşniyarên xwe dikir. Digot eger hun munasib bibînin. Me ji rêxistinê jî ferman nestendiye û em nastînin. Me ji dewletê jî nestendiye û em nastînin. Fermandarê me xelk e.

Dadgeha we, qet nebe bila di vê dosya beredayî û bê bingeh de, bila hevalên me yên mayî tehliye bike.”