image

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê  Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Dr. Selçuk Mizrakli ku li girtîgeha Edîrneyê ligel hevdu dimînin, wekî piştevaniya protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî porê xwe kur kirin.

Demirtaş bi rêya sîstema deng û dîmenê SEGBİS  îro 23yê Îlonê beşdarî rûniştina dozeke Dadgeha Stenbolê bû û tê de xuya kir ku Demîrtaş pora xwe qusandiye.

Li ser mijara porqusandinê, hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nameya Demirtaş a piştevaniya bo jinên Kurd û Îranî belav kir û got, Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçuk Mizrakli weke berteka kuştina Jîna Emînî porê xwe kur kirine.

Selahatîn Demîrtaş jî di nameya ku şandiye de, sersaxî da malbata Jîna Emînî û merivên wê û gelê Kurd û banga piştevanî û hevgirtinê ji bo xwepêşanderên li dijî kuştina Jîna Emînî derketine qadan kir.

Demîrtaş wiha got: “Em êşa Mehsa Emînî ya ku ji ber derketina tayeke porê wê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatiye kuştin, di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. Berxwedana li beramber zext û guvaşê ne tenê berpirsyariya jinan e. Weke piştevanîya wan jinên ku li Îranê, ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin, min û hevalê xwe yê girtîgehê Dr. Selçuk Mizrakli me porê xwe kur kir. Hemû sîstemên zilm û zordariyê dê zû an dereng li hember berxwedana gel têk biçin. Silav ji bo yên li ber xwe didin.”