
PeyamaKurd – Di civîna doh 18ê Îlonê ya Parlamentoya Iraqê de, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê ji bo îro 19ê Îlonê hatibû paşxistin. Hin parlamenterên ereb redkirina parêzgehbûna Helebceyê wekî daxwaza xwe ya parêzgehbûna Telaferê, hincet nîşan dabûn.
Hate ragihandin ku di civîna îro ya parlementoyê de, careke din dengdana bo parêzgehbûna Helebceyê hate paşxistin.
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Musena Emîn derbarê paşxistina dengdanê de got, “Mixabin sedema wê ew e ku rêkeftin li ser vê mijarê çênebûye. Divê em aliyan razî bikin wek rêzgirtin û qerebûkirina Helebceyê, ji bo jenosîda hezaran şehîd û birîndaran deng bidin parêzgehbûna wî bajarî.”
Herwiha diyar kir, “Dengnedana li ser pirsa Parêzgehbûna Helebceyê, helwesteke nerênî ye li ser pirsa jenosîda Helebceyê. Hinek siyasetmedar wek dostên Kurdan dihatin dîtin, lê niha helwesta wan derketiye holê.”
Serokê Fraksiyona YNKê da zanîn: “Di civîna doh de beşek ji Şîeyan neçûn salona parlamentoyê, hinekan jî daxwaz kiribûn ku dengdana parêzgariya Helebce bo îro were paşxistin û îro jî li hev nekirin. Di nava Suneyan de jî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî berpirsê vê mijarê ye, ji ber ku ne roja pêncşemê û ne jî doh nehatibû civîna parlamentoyê û îro jî li ser vê mijarê civînek li dar nexist. Me rêz li daxwaza wan a paşxistina civînê ji bo rojekê girt, lê niha ti bernameyeke ji bo civînê nîne.”